• Sunday, 22 February 2026
logo

Di 8 mehên de 3 hezar koçber xeniqîn

Gulan Media September 7, 2016 Nûçe
Di 8 mehên de 3 hezar koçber xeniqîn
Ji destpêka îsal heta niha zêdetirî 3 hezar koçber li Deryaya Navîn xeniqîne.

Rojane çîrok dûbare dibin. Carnan rizgarkirna koçberan dibe çîrok lê hin car jî cenazeyên koçberan bi ser avê dikevin dibe çîrok.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan ragihand ku di 8 mehên yekem yên îsal de 3 hezar koçber li Deryaya Navîn xeniqîne.

Di 8 mehên yekem ên sala derbasbûyî de 2 hezar û 500 kes di nav deryayê de xeniqîbûn.

Gelek koçberên ku dizanin melevanyê bikin, bi çavên xwe dibînin çawa heval û dostên wan dixeniqin, lê nikarn wan rizgar bikin.

Heger gihiştin Ewropa jî trajîdya wan bi dawî nayê, ji ber ku ti kes ji wan nizane gelo dê bi asanî mafê penaberiyê werbigre.

Rudaw
Top