• Sunday, 22 February 2026
logo

“Wek serokê welatan pêşwazî li Barzanî tê kirin”

Gulan Media September 7, 2016 Nûçe
“Wek serokê welatan pêşwazî li Barzanî tê kirin”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa bi wekalet Dr. Elî Dolemerî ji K24ê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi fermî ji aliyê Fransayê ve hate pêşwazîkirin û çend hevdîtinên girîng jî di rojevê de ye.

Dolemerî diyar kir, Barzanî çend pirs û babetên girîng ligel serok û berpirsên Fransayê gotûbêj dike, ku yek ji nava wan pirsa referandûm ye.

Dolemerî amaje bi wê yekê kir ku, di hemû civîn û hevdîtinan de berpirsên Fransayê radigihînin ku ew rêzê li vîna gelê Kurdistanê digirin û heger biryara wan cudabûna ji Iraqê be jî.

K24

Top