• Sunday, 22 February 2026
logo

50 siyasetmedar ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê

Gulan Media September 6, 2016 Nûçe
50 siyasetmedar ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê
li Diyarbekirê, yekgirtiyên tevgera siyasî ya Kurd, di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ji bo aqûbeta rewşa Ocalan were zanîn, ji 5'ê Îlonê û pê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Grevê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Hevseroka Partiya Herêman Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncelê got; "Heta ku bi Ocalan re hevdîtineke rûbirû neye kirin, ewê greva me bidome." Hevseroka (KCD) Leyla Guvenê jî got: "Ji bo ku hevdîtinek bi Ocalan re were kirin em 50 kes amade ne ku canê xwe feda bikin."

Di 31'ê Tebaxê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û yekgirtiyên wê li Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar dabû û xwestibû bala raya giştî bikişîne ser rewşa nediyar a Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan. Di vê çarçoveyê de 50 kesên ku di nav wan de parlementerên HDP'ê, Hevseroka DBP'ê, Hevşaredar û siyasetmedar jî hene, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi grevê kir. Yek ji çalakigeran jî Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel e. Tuncelê got; ji 5ê nîsanê û bi vir ve ti agahiyan ji Ocalan nagrin û mebesta greve wiha anî zimên:

Tuncel got: "Tevî ku ev ji 50 rojan zêdetir in di ser derbeya 15'ê Tebaxê re derbas bûne û tevî ku hatiye tekezkirin kuli hemberî Girava Îmraliyê destwerdaneke cidî çê bûye jî, haya me bi ti awayî ji rewşa tendûrîstiya Ocalan tune ye. Bila ji me neyê hêvîkirin ku em van pêkanînên dijhiqûqî û dijehlaqî qebûl bikin. Heta em ji saxî û silametiya Ocalan agahiyekê rast negirin û qanih nebin, em ê greva xwe ya birçîbûnê bê dem û bê dorveger bidomînin."

Çalakiya greva birçîbûnê dê li avahiya DBP'ê ya bajêr bidome. Ji bo çalakîgeran li hêwana bi navê Vedat Aydin cih hate amadekirin. Çalakîger ji bilî şerbete dê tişteke din nexwin û venexwin. Yek ji çalakîgeran jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven e. Guven dibêje, Tirkiyê di pêvajoyeke xetere re derbas dibe, her roj leşker, polis û gêrîla tene kuştin, mirin û kuştin ne çare ye.

Guven wiha got: "KCK'ê daxuyeniyekê bi raya giştî re parve kir û got; heger bi Birêz Ocalan re hevdîtin werin kirin û mutabaqata Dolmabahçeyê cardin were rojevê, em dikarin di heyvekê de vî şerî biqedînin. Ev tiştekî girîng e, ev tiştekî dîrokî ye. Hêzek ji wan dibêje em dikarin dest ji çekan berdin, lêbelê Tirkiyê li wan guhdarî nake."

Ji aliye din ve, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihandibû ku rewşa tendûrîstiya Ocalan baş e. Lê gotinên Wezîr çalakîgeran qaneh nekirin. Çalakîger dibêjin, bila di gel parêzer û malbata wî hevdîtinên rû bi rû werin kirin û pavajoya çareseriyê bi rista Ocalan were domandin.

Ji aliye din ve Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li Diyarbekirê careke din got; "Pêvajo-mêvajo tune ye." İsrara çalakîger û rayedarên dewleta Tirkiyê li dijî hev in. Heger di navbeyna wan de danûstandin neyên kirin dibe ku rewşa li bakur aloztir bibe.

Top