Henan Fetlawî bo astengkirina referandomê hatibû Kurdistanê!
Parlamentera şîe ya Iraqê Henan Fetlawî, ku wek neyara kurd tê nasîn, pêr serdana bajarên Silêmanî û Helebcê kiribû û ji aliyê rayedarên wê deverê ve hatibû pêşwazîkirin. Henan Fetlawî çûbû monomênta (bîrdariya kîmyabaranê) Helebcê jî.
Serdana wê parlamentera şîe bo Kurdistanê, rastî nerazîbûneke tund hat û heta niha jî didome.
Rayedarekî devera Silêmaniyê, ku nexwest navê wî were ragihandin, derheqê serdana Henan Fetlawî bo Helebce û Silêmaniyê de ji Basê re gotiye, Henan Fetlawî dixwaze herî kêm li devera Silêmaniyê pêşiya referandoma serxwebûna Kurdistanê bigire û tevliheviyê derxîne.
Serokê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir jî li ser serdana wê siyasetmedara iraqî bo Helebcê ji Basê re gotiye, Henan Fetlawî endama partiya Beis e û ti kes jî nikare vê yekê înkar bike çimkî gelek belge li ser vê yekê hene.
Loqman Ebdulqadir her wiha got, hatina wê bo Helebcê û monomênta Helebcê, şikandina hurmeta monomêntê û Helebcê ye. Ew karesata ku hat serê Helebcê, bi destê wê û hevalên wê qewimî. Li ser deriyê monomêntê hatiye nivîsandin ku “Hatina Beisiyan Bo Vir Qedexe ye” lê dîsa jî Beisî tên!
Endamê kurd ê parlamentoya Iraqê, Adil Nûrî, ku xelkê Helebcê ye, li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, ti kes nikare înkar bike ku Henan Fetlawî, Beisî ye lê divê were zanîn ka kê gazî wê kiriye û kê cesaret daye wê da ku serdana Helebêc bike. Heta ev mesele zela nebe mirov nikare bêje Henan Fetlawî çima çûye Helebcê.
Henan Fetlawî jî piştî serdana xwe, li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, ewên ku xêra Iraqê dixwazin divê serdana Silêmaniyê bikin, yên ku beriya niha serdana Hewlêrê jî kirine divê xeletiyên xwe bibînin…
Basnews
