• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê li Kerkûkê: Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo birsî hiştina xelkê Kerkûkê kar dike

Gulan Media September 6, 2016 Nûçe
Berpirsekî PDKê li Kerkûkê: Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo birsî hiştina xelkê Kerkûkê kar dike
Berpirsê dezgayê rewşenbîrî û ragehandina PDKê li Kerkûkê, rexneyên tund li pêşneyareke endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed kirin, ji ber daxwaz li serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye, henardekirina nefta Kerkûkê rawestîne.

Kawêz Mela Perwêz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em pir xemgînin ji ber vê pirsê, ji ber pirsa birîna qut ango nanê xelkê Kurdistanê ku ji aliyê rêveberiyên bi bandor ên YNKê ve tê pêşneyarkirin, ji bo çi tu pêşneyara birîna qutê xelkê Kurdistanê li Ebadî dikî?

Herwaha diyar kir: ‘’Çawa di dema xwe de me ji pêşneyarên Adil Murad û hevalên wî me fêmnekir, ku dema Malikî de Malikî razîkirin ku budce û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bibre, naha jî tiştê ku Hêro Îbrahîm Ehmed dike em fêmnakin, ka çima daxwazek waha li Ebadî dike ku nefta Kerkûkê rawestîne.? Ev bi temamî birsîkirina xelkê Kerkûkê ye.’’

Berpirsê dezgayê rewşenbîrî û ragehandina PDKê aşkera kir; Hêro Îbrahîm Ehmed çawa diwêre li dijî aboriya Kurdistanê kar bike? Xelkê Kerkûkê li benda firotina neftê ye û Herêma Kurdistanê jî li benda dahata neftê ye. Herwaha dibêje: ‘’Divê derbarê pêşneyara rawestandina nefta Kerkûkê de, daxuyaniyek bê dayîn û hurkariyên wê jî bên aşkera kirin.’’

Basnews
Top