• Sunday, 22 February 2026
logo

YPG û Tirkiye li ser wê derê pêşbirkê dikin

Gulan Media September 6, 2016 Nûçe
YPG û Tirkiye li ser wê derê pêşbirkê dikin
Piştî ku Artêşa Tirkiyê bi operasyonekî navçeya Cerablûsê kontrol kir, ligel Yekîneyên Paratina Gel (YPG) ketine nava pêşbirkê ka dê kîjan ji wan navçeya Babê ya li bakûrê Helebê kontrol bike. Hinek alî dibêjin eger Tirkiye bikare Obama û Pûtîn razî bike, dikare bikeve vê navçeyê jî.


Artêşa Tirkiyê 24ê Tebaxa 2016ê bi hevkariya çend grûbên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê, çûne nav navçeya Ceranlûsê. Niha jî gotûbêja li ser operasyona kontrolkirina navçeya Babê germ e ku ev navçe tenê li herêma Şehba maye destê DAIŞê de.

Bab di bin dorpêçê de ye

Navçeya Babê niha ji çar aliyan ve hatiye dorpêşkirin. Ji aliyê başûr ve hêzên rejîma Sûriyê li gundê Eran in ku tenê 12 kîlometreyan ji Babê dûr e. Ji aliyê bakûr ve Artêşa Tirkiyê bi tevê komên Artêşa Azad, heta bajarokê El-Raî hatine ku ew jî 37 kîlometreyan ji Babê dûr in. Ji aliyê rojava ve, hêzên kurdî çeperên xwe li Mar danîne ku ew jî 30 kîlometreyan nêzîkê navçeya babe ye. Ji aliyê rojhilat ve jî dîsa hêzên kurdî 21 kîlometreyan dûrî Babê ne.

Ev yek jî dihêle ku ji bo qahîmkirina pêgeha xwe ya leşkerî, çavê hemû hêzan li ser kontrolkirina Babê be. Bi taybetî, piştî ku di 29ê Tebaxê de di navbera Artêşa Tirkiyê û Encûmena Leşkerî ya Cerablûsê de agirbest hate kirin, Tikriyê hemû hewlên xwe daye ser kontrolkirina kemera sînorê xwe yê ligel DAIŞê û xwe nêzîkê Babê bike.

Fermandarê Yekîneya Nûredîn Zengî Yasir Îbrahîm Yûsif ku ev yekîne ser bi hêza tirkimenên Artêşa Azad e, ji Rûdawê re got, “Em şev û roj kar dikin ku ji bo di demek nêzîk de Babê ji destê DAIŞê derbixin.”

Berdevkê YPGê yê herêma Şehbayê Fewzî Silêman jî red kir ku ji bo rizgarkirina Babê ligel hêzeke din ketibine pêşbirkê.

Silêman ji Rûdawê re wiha axivî; “Plana me ya kontrolkirina navçeya Babê heye. Em li gorî plananên xwe kar dikin. Ji bo paqijkirina terorê liser axa xwe, em ligel ti aliyekê pêşbirkê nakin.”

“Tirkiye hêcetan digere”

Piştî destpêkirina operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Cerablûsê, di navbera hêzên Artêşa Azad a bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi piştgiriya YPGê, şer û pevçûn derketin. Vê yekê jî hişt ku Amerîka bê ser xetê û ji bo agirbestekî demkî guvaşê bixe ser aliyan.

Rojnamevan Mistefa Ebdî di wê baweriyê de ye ku Tirkiye hewl dide pêvajoya operasyona Babê bide dest pê kirin û ji bo vê jî li hêcetan digere ku agirbestê hilweşîne.

HSDê ji aliyê rojhilat û rojava ve dora Babê girtiye. Ji aliyê leşkerî ve karê wan ji bo kontrolkirina Babê hêsantir e. Roja 30ê Tebaxê Encûmena Leşkerî ya Babê hate ragihandin û heta niha 3 gundên dora navçeyê ji DAIŞê hatine paqijkirin.

Çavkaniyekî ji Encûmena Leşkerî ya Babê ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiye dixwaze operasyona me ya ser Babê têk bide. Em dixwazin ji başûrê Babê ve korîdorekê di navbera Minbic û Efrînê de vekin û dora Babê bizivirin.”

Roja 3ê Îlonê Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komên Artêşa Azad dest bi pêngava duwem a operasyonên sînor ragihand. Lê roja 31ê Tebaxê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê manşeta “Şerê mezin li el-Babê ye” danî û raporek weşand û diyar kir ku “Artêşa Azad û YPGê Bab kirine armanc. Ji ber ku Bab kantonên PYDê digihîne hev. Artêşa Azad jî ji bo têkbirina vê plane dixwaze Babê bigre.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Cerablûsê Elî Haco ji Rûdawê re got, “Li gorî rêkeftina ligel Tirkiyê, tenê ew dikarin li ser kemera sînorên xwe ve operasyonê bikin. Nikarin 12 kîlometreyan bêne nav kûrahiya axa Sûriyê. Eger bixwazin bêne Babê jî dê rûbirûyê Encûmena Leşkerî ya Babê bin.

Helwesta Amerîkayê ne zelal e

Rojnamevan Amberîn Zaman jî di gotara xwe ya li Dîkenê de nivîsiye ku hevsengiya hêzê li Rôjavayê Kurdistanê hatiye guhertin. Zaman dibêje navçeya Babê ji bo yekkirina kantonan çarenivîsaz e. Gelo dê kîjan hêz Babê kontrol bike, YPG an dijbereya Sûriyê? Gelo dê Amerîka piştgirî bide kîjan hêzî?

Amberîn Zaman di bersiva vê pirsê de dibêje, “hê jî Washingtonê di vî mijarê de biryar nedaye.”

Fezî Silêmanî jî gotinên Amerîn Zaman piştras dike û dibêje, “Jiber helwesat şermok me gazind ji Amerîkayê kir. Ma daxwaz kir ku helwesta xwe ya liser Babê eşkere bikin. Wan jî got bersiva vê yekê dê Washington bide.”

Herçend, biyara Amerîkayê dê pir giring jî bibe, çavdêr dibêjin Amerîka bi çavekê meyla cîhadî û guman li wan koman dinere ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Di dema operasyona Cerablûsê de grûbên Feyleq el-Şam, Cebheya Şamiye, yekîneyên Nûredîn Zengî, Siqûr el-Cebel, Ceyşil Tehrîr û Ehrar el-Şamê pirtgirî dane Artêşa Tirkiyê.

Şirovekarê ewlekariyê Metîn Gûngor di gotara xwe ya Elmonîtor de dibêje, “çavgirtina Moskowa û Washingtonê ya ji bo van komên cîhadî, rewşeke taybet e.”

Diyar e ku Tirk bixwe jî pir baweriya xwe bi van hêzan naynin. Çavkaniyekî ji hikûmeta Tirkiyê ji malpera Elmonîtor re gotiye, “Şerê Sûriyê şereke îdeolojîk e. Şîe ji bo 12 îmaman, endamên YPGê jî ji bo Apo xwe didin kuştin. Lê ka gelo çekdarên Artêşa Azad ji bo çi û kî xwe didin kuştin? Eger meyla cîhadî nebe, piraniya Artêşa Azad weke çeteyên pere şer dikin.”

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Cerablûsê Elî Haco eşkere dike ku piraniya çekdarên wan komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, ne xelkê herêmê ne. Haco dibêje, “Ew ji derve anîne û xelkê herêmê jî wan nas nake. Eger Tirkiye li pişta wan nebe, tenê rojekê jî xelkê herêmê naparêzin.”

Rudaw
Top