Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Emar Hekîm dike
Bi minasibeta hilbjartina Emar Hekîm weke serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimaniya Îraqê, Serokwezîr bi rêya telefonê têkelî pê re kir, ji kar û xebatên wî re hêviya serketinê xwest û piştgiriya xwe jî jê re nîşan da.
Her du aliyan pêdagirî li ser zêdetir xurtkirina têkeliyan kirin, bi awayekê ku di berjewendiya gelên Îraqê de be.
Barzanî û Hekîm her wiha rewşa emnî, siyasî, dawîn pêşhatên şerê dijî terorê, qonaxa piştî nemana DAÎŞê li Îraqê û paşeroja têkeliyên navbera Herêma Kuridstan û Hikûmeta Îraqa Federal gotûbêj kirin.
