• Sunday, 22 February 2026
logo

Desteya Perwerdeyê: Cihê mamosteyên rêjîmê tune ye

Gulan Media September 6, 2016 Nûçe
Desteya Perwerdeyê: Cihê mamosteyên rêjîmê tune ye
Hevseroka Desteya Perwerdeyê di Kantona Cizîrê de dibêje, ti cihê mamosteyên girêdayî hikûmeta Sûriyê cihê wan li dibistanên Kantona Cizîrê tune ne.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê di Kantona Cizîrê de Semîra Hecî Elî ji K24ê re ragihand ku, mamosteyên girêdayî hikûmeta Sûriyê cihê wan li dibistanên Kantona Cizîrê tune ne, ji ber ku rêbazê xwendinê di sala 2016-2017an de, dê bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî be.

Semîra diyar kir jî, ku îsal pirtûkên xwendinê yên rêjîmê ji sîstema xwendinê radibin û Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser rêbazên xwendinê bo sala 2016-2017an amade kirine.

Semîra da zanîn ku, ti rêkeftin di navbera wan û Rêveberiya Perwerdeyê ya girêdayî rêjîmê li Hesekê nehatiye kirin.

Semîra got: “Emê pêşwaziya her mamosteyekî bikin, lê piştî ku li ser rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser were perwerdekirin.”

k24
Top