• Sunday, 22 February 2026
logo

FARC li dijî dagîrkirina Tirkiyê hate deng

Gulan Media September 6, 2016 Nûçe
FARC li dijî dagîrkirina Tirkiyê hate deng
Hêzên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) bang li aliyên demokrat kirin ku, li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rawestin û alîkariya Kobanê bikin.

Rêxistina FARK ya Kolombiyayê ku piştî şerê 50 salan bi dewleta Kolombiyayê re gihîştibûn rêkeftinê, da xuyakirin, leşkerên Artêşa Tirk hemberê xwepêşandana Kobaniyan çekên giran bikar tînin.

FARC bang li raya giştî ya navnetewî û dezgehên ku dijî DAIŞ têdikoşin dike ku, êriş û dagirkeriya Tirkiyê bi awayek tund şermezar bikin.

Artêş Tirkiye, Pirsûsa Riha û Kobanêya Rojavayê Kurdistanê bi dîwarek ji hev vediqetîne.

Beriya 2 rojan Kobaniyan ev yek bi xwepêşandanek şermezar kirin û di êrişa artêşa Tirk de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.

K24
Top