• Sunday, 22 February 2026
logo

Keça kurda Êzidî dibe firokevan

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Keça kurda Êzidî dibe firokevan
Di demekê de ku bi hezaran keç û jinên kurdên Êzidî hê jî di bin destê DAIŞê de ne, bo yekemîn car di dîroka Êzidiyan de keçek beşa Firokevaniyê dixwîne û xewna wê ew e ku di paşerojê de bibe firokevana Kurdistanê.

Henan Elî Seydo ya 24 salî ku xelkê gundê Sîba Şêx Xidir a navçeya Şingalê ye, ev 6 sal in ligel malbata xwe li Almanya dijî. Henan li Almanya di beşa Firokevaniyê de dixwîne.

Henan niha li Zanîngeha Bielcfaldê xwendekara qonaxa duyem ê beşa Endazyarî ya Firokevaniyê ye.

Ew dibêje;

“Hê ji zarokatiyê ve min dixwest bibim firokevan. Lê li Iraqê derfetê vê yekê yê xwendinê nebû. Piştî hatina Almanya ev derfet kete destê min û niha dikarin bigihim armanca xwe.”

Herçend, Henan Elî Seydo di qonaxa duyemîn de ye, ew ji niha ve hizra salên pêş dike û wiha diaxive:

“Sala 2018ê dikarim weke firokevanekê li esmanan bigerim. Di sala 2019ê jî dikarim ligel şîrketên hewayî kar bikim.”

Yek ji xewna mezin a Henanê ew e ku vegere Kurdistanê û bi firokeyê li ser esmanên Kurdistanê bigere.

Henan wiha berdewam dike:

“Bi şanazî û serbilindî li Almanyayê weke keçeka Êzidî dixwînim. Piştî ku dibistanê jî xilas bikim, derfet hebe dixwazim xizmeta Kurdistanê bikim.”

Xewna Henanê di demekê de ye ku ji ber karesatekê mezin, bi hezaran jin û keçên kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Lê dîsa jî Ezidî bi pêkhatina xewna Henanê dilxweş in.

Seroka Rêxistina DAK a ji bo pirsa jin û keçên kurdên Êzidî, Sozan Sefer ji Rûdawê re got;

“Xwendina Henan ji bo me cihê serbilidiyê ye. Jiber ku ev yekemîn care keçekê me di vî beşî de dixwîne. Bi taybet di demekê de karesatek wiha bi serê me de hatiye, xwendina Hehanê weke jineke Êzdî ji bo bûyerek nûwaze ye.”

Li gorî lêkolînên Rûdawê keçeka din a kurd li heman zanîngehê xwendiye û bawernameya derketinê wergirtiye. Herwiha keçeka din jî niha dixwîne.

Wertê Ebûbekir Elî ya 25 salî ku keça malbateke diyar ê bajarê Silêmaniyê ye û niha li Danîmarkayê dijî, sala derbasbûyî bawernameya firokevaniyê wergirt. Herwiha Şênê Ezîz ku li Norveçê dijî û weke yekemîn şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin, hina beşa Firokevaniyê dixwîne.

Xwedanê Şîrketa Geştiyariya Esmanî Hejar Hoşyar jî dibêje, niha ti şîrketên xwedan firoke li Kurdistanê nînin. Kengî şîrketên Kurdistanê bûne xwedan firoke, wê demê dikarin ji van keçên kurd sûdê werbigrin û xewnên wan jî cîbicî bikin.

Her di vî mijarê de Endazyarê Rêveberiya Giştî ya Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Tahir Ebdûllah jî diyar dike:

“Xwendina van keçên kurd ji bo paşeroja Kurdistanê pir giring e. Lê ji vê jî girintir ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêla esmanî ya ya taybet a Kurdistanê ava bike.”

Rudaw
Top