ÎRO YE – Li Londonê doza Kurdistanê
Tê pêşbînî kirin ku dadgeh li giliya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bişopîne ku ji bo qerebûkirinê li dijî DANA GASê tomer kiriye.
Serokê Komîsyona Pişesazî û Wize ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet ji Rûdawê re ragihand, “Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê dadgehê de weke tawanbar bê dîtin, emê li ser hikûmetê gilî tomar bikin ku li hember vê doze bê xem maye.”
Di sala 2007ê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek ligel konsersyoma DANA GASê îmza kir, ku şîrketa Cresen Petrolyum a Îmaratê jî têde beşdar e. Girêbest ji bo mezinkirina blokên gazî yên Xûrmor û Çemçemlê bû.
Her yek jiîrketên OMV a Avûstûryayê û MOL a Mecaristanê jî di vê konsersyomê de beşdar in.
Di sala 2013ê de DANA GASê giliyek li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Dadgeha Navdewletî ya Navbeynkariyê de tomar kir û îdîa kir ku hikûmet di karê wan de rêgiriyê dike û daxwaza qerebûyê kir.
Rêveberê Giştî yê Borda DANA GASê Mecîd Cefer beriya niha ragihandbû, “Mafê konsersyomê heye ku di demdirêjî de li ser van herdu kêlgehan kar bike.”
Di 29ê Mijdarê de DANA GASê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku şîrketê li dadgeha Londenê gilî tomarkiriye û dadgehê jî biryar daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava 28 rojan de 1.98 milyar dolaran bide konsersyomê.
Lê belê DANA GASê behsa wê yekê nekiribû ku “belgeyên DANA GASê yê bi buhaya 1.3 milyar dolaran ji aliyê dadgehê ve bê bingeh hatiye dîtin û hatiye redkirin.”
Heman rojê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê DANA GAS û hevbeşên wî de giliya qerebûyê vekir û daxwaza qerebûya 3 milyar dolaran kir. Dadgeha Navbeynkar jî ev doza hikûymetê qebûl kir.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje bi wê yekê dike ku DANA GAS heta niha pêwîstiyên biryara dadgehê pêk neaniye ku divê ji Xûrmoırê xeta gaze bigehîne rawestgahên Hewlêr û Bazyanê. Eger neke jî mafê hikûmetê zêdetir dikeve ser şîrketê.
Rûniştina îro ya li Dadgeha Navneykar a Londonê de biryara dawî nayê dayîn. Tê pêşbînîkirin ku doz heta dawiya vê salê û heta destpêka 2017ê jî berdewam bike.
Peyamnêra Rûdawê Kurdistan Hesen ji Londonê ragihand ku dadgehê dest bi lêkolîna dosyeyayn kiriye, tê hêvîkirin ku beşa yekem a dozê 2 hefteyan bajo.
Rudaw
