• Sunday, 22 February 2026
logo

KRÎZA NAV YNKÊ – Yekîtî nemaye, “em û ew” hene

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
KRÎZA NAV YNKÊ – Yekîtî nemaye, “em û ew” hene
Baskê “Navenda Biryardanê ya YNKê” dibêje ew ligel baskê “Piraniya Polîtbûroya YNKê” nacivin û divê danûstandin bên kirin.

Têkçûna rewşa navxwe ya YNKê gihiştiye astekê ku herdu alî bi rêya kesên sêyem ve peyaman ji bo hev dişînin.

Hate zanîn ku Endama Polîtbûroya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed bi rêya Endamê Polîtbûroya YNKê Dilêr Seyîd Mecîd ji baskê Navenda Biryardanê ya YNKê re peyam şandiye û daxwaz kiriye ku civîna Civata Serkirdetî û Polîtbûroya YNKê bikin, lê Navenda Biryardanê ev daxwaz red kiriye.

Civîn nakin, danûstandinan dikin

Endamêkî Navenda Biryardanê ya YNKê ku nexwest navê wî bê şekerekirin, ji Rûdawê re got, “Hinek tişt ji aliyê me ve eşkere ne û nîqaşa ser wan hatiye birîn. Divê di pêngava yekemîn de pirsgirêkên navxwe bên çareserkirin.”

Navorî diyar dike ku Navenda Biryardanê şanda danûstandinan amade kiriye û çi gava aliyê din ji bo danûstandinan amade be, dikarin ligel wan bicivin û dibêje;

“Ji baskê Hêroxan re peyam hatiye şandin. Civîn çêbibe li ser hîmê “em û ew” dê bibe. Wate em civînê nakin, emê danûstandinan bikin. Jiber ku beriya niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan komîsyonên darayî, ragihandin, rêxistin, pêşmerge û pêwendiyan hatine sazkirin lê bê encam bûn. Hêroxan amade nebû pirsgirêkan çareser bike.”

Endamê Polîtbûroya YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa jî dibêje, “Her aliyek bi serê xwe biryar dide, ji ber vê jî divê Navenda Biryardanê di nava YNKê de hebe.”

Şêx Cefer ku berpirsê Hêza 70 ya Pêşmergeyên YNKê ye û ew bixwe jî di nava Navenda Biryardanê de cîh digre, diyar dike ku ew dixwazin ligel baskê din Navenda Biryardanê ava bikin lê eger liser vê yekê lihev nekirin divê ev navenda hatiye ragihandin, bi fermî bibe Navenda Biryardanê ya YNKê.

6 mercên Navenda Biryardanê

Baskê Navenda Biryardanê mercên xwe ya ji bo guftûgoyan jî eşkere dikin. Li gorî van mercan Navenda Biryardanê dixwaze ligel baskê Hêroxan guftûgoyan bikin.

Lê endamekî Polîtbûroyê k user bi baskê Navenda Biryardanê ye dibêje, “Nabe Hêroxan bêje em “Piraniya Polîtbûroyê” ne. Gelek kes ji ber xwe ve kirine berpirs ji bo ku bêje em piranî ne. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Navborî dide zanîn ku ji bo danûstandinan jî 6 mercên wan hene û ew merc jî wiha ne;

Yekemîn: Divê guftûgo li ser wê yekê bin ku divê tenê mercîeke biryardanê di nava YNKê de hebe.

Duyemîn: Divê di civîn û danûstandinên YNKê yên li Bexda û Hewlê rê de du serî nebe. Divê YNK helwesta xwe eşkere bike ka gelo ligel serxwebûnê ye yan ne.

Sêyemîn: YNK di nava hikûmetê de cîh digre, lewma jî nabe ku parastina hikûmetê neke.

Çarem: Petrol pirsgirêkek giring e. Ji ber ku bi qût û xwarina xelkê ve girêdayî ye. Nabe dahata petrolê ku ji bo YNKê tê, biçe bo hinek kesan.

Pêncem- Pêwendiyên YNKê ligel Tirkiye û Îranê çawa ye?

Şeşemîn: Nabe du şandên YNKê hebin ku baskek ligel PDKê be û ji aliyê din ve ligel Goran dijitiya aliyê din bike.

Nexşerêya rêvebiriya YNKê

Navborî eşkere dike ku eger di navbera Navenda Biryardanê û baskê Piraniya Polîtbûroyê rêkeftinek pêk neyê, wê demê dê Navenda Biryardanê ji bo birêvebirina YNKê nexwşerêya xwe rabigihîne.

Endamê Serkirdetiya YNKê Heme Hemeseîd ku xwe weke bê alî dide nasîn, ji Rûdawê re got, “Pêngavên vê care yên Kosret Resûl û Behrem Salih pir cîdî ne. Eger daxwazên wan pêk neyên dê gaveke din jî bavêjin.”

Lê tê gotin ku dê piştî Cejna Qurbanê herdu alî li hev bicivin.

Rudaw
Top