• Sunday, 22 February 2026
logo

Muhsin Seidûn: Henan Fetlawî wê pirsgirêkan aloztir bike

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Muhsin Seidûn: Henan Fetlawî wê pirsgirêkan aloztir bike
Serokê lijneya zagonan li civata nûnerên Iraqê diyar kir, Henan Fetlawî ne yê hindê ye ku pirsgirêkan çareser bike, hatina wê ya Silêmaniyê ji bo pirsgirêkan aloztir bike ye.

Serokê lijneya zagonan li civata nûnerên Iraqê Muhsin Seidun ji BasNewsê re ragehand; ‘’Henan Fetlawî ne ew kesayeta dîrokî ye ku bê pirsgirêkan çareser bike, Fetlawî berdewam û herdemê hewl daye pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê li parlamentoya Iraqê ava bike, naha wê çawa pirsgirêkên Herêma Kurdistanê yan jî partiyeke Kurdistanê çareser bike. Hatina Fetlawî siyasî ye, wê zêdetir li dijî Kurdistanê ye.’’

Herwaha got: ‘’Heger Fetlawî tu armancekî siyasî neba ne dihat serdana parêzgehekî Herêma Kurdistanê ne dikir, herdemê daxuyaniyên wê li dijî gelê kurd bûye. ‘’

Basnews
Top