RAPIRSÎ - %36 HDPyî piştgiriya Erdogan dike!
Şirketa Şêwirmediyê MAKê rapirsiyekê bi navê “Performansa 100 rojên ewil a Hikûmeta 65emîn” pêk anî.
Di rapirsiya navbera 27ê Tebaxê û 2yê Îlonê de hatî amadekirin ji 2 hezar û 700 welatiyan derbarê tevgera Fetullah Gulen, Operasyona Mertala Firatê, Amerîka, hilbijartinan û Recep Tayyip Erdogan de pirs hatin kirin.
“Sibe hilbijartina serokomaeriya Tirkiyê were encamdan hûn dê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan?”
Kesên ku beşdarî lêkolînê bûne û dengê xwe beriya niha dabûn AK Partiyê piraniyan wan gotin ew dê dengê xwe bidin Erdogan.
Herwiha ji sedî 82 kesên ku dengên xwe didin MHPê, ji sedî 34 kesên ku dengên xwe didin CHPê û ji sedî 36 kesên ku dengên xwe didin HDPê dibêjin ewê piştevaniya Erdogan bikin.
Li gor encama rapirsiyê %90 beşdariyan ji pirsa “Baweriya we bi Amerîkayê re tê” gotine “Na” û ji sedî 4 gotine “Erê”.
Herwiha li gorî encamên rapirsiyê MHP, CHP û AK Partî partî benda ji sedî dehan derbas dikin lê HDPê nake û AK Partî û MHP rêjaya dengên xwe zêde kiriye û HDP û CHPê jî kêm kiriye.
Rêjaya dengên CHPê ji sedî 25,3 daketiye ji sedî 22,25 û rêjaya dengên HDPê jî ji sedî 10,08 daketiye ji sedî 7,5 û rêjaya dengên AK Partiyê gihiştiye 53,3 û yên MHPê jî gihîştiye 14,7.
Li gorî yasayan, bi awayekî asayî divê ku hilbijartin di sala 2019an de bê kirin.
Rudaw
