• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Hesekê Teqîn: 7 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Li Hesekê Teqîn: 7 kesan canê xwe ji dest dan
Li Hesekê êrîşeke xwekujî bi riya motoreke bombebarkirî hat kirin, di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê jî ragihand, li Hesekê li çarxeriya Merşo li nêzêkî navenda Asayişa Rojava motoreke bombebarkirî hat teqandin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, ku di encama teqînê de 7 kesan çanê xwe ji dest dan, ku ji nava wan 4 endamên asayişê ne û 3 kesên din sivîl in.

Herwiha 3 endamên din yên asayişê jî birîndar bûne.

K24

Top