• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên Tirkiyê ji Cerablusê heta Ezazê girtin

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Hêzên Tirkiyê ji Cerablusê heta Ezazê girtin
Hat gotin ku artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyona Sûriyê, ji bajarê Cerablusê heta bajarê Ezazê ji destê DAIŞê derxistine û ew xet gihandine hev.

Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, piştî ku bajarê Cerablus û El Raî yê Sûriyê girtin, berê xwe dan Ezazê.

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand, hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê duh gund û deverên navbera El Raî û Ezazê jî girtin û xwe gihandin Ezazê, bi vî rengî peywendiya DAIŞê bi sînorên Tirkiyê re nema.

Rayedarên Tirkiyê dibêjin, ew naxwazin li bakûrê Sûriyê “korîdorek kurdî”, ya ku PYD/YPG dixwaze di navbera Efrîn û Kobanî ve veke, çêbibe lewma di nav xaka Sûriyê de operasyon dikin.

Basnews
Top