Hêzên Tirkiyê ji Cerablusê heta Ezazê girtin
Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, piştî ku bajarê Cerablus û El Raî yê Sûriyê girtin, berê xwe dan Ezazê.
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand, hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê duh gund û deverên navbera El Raî û Ezazê jî girtin û xwe gihandin Ezazê, bi vî rengî peywendiya DAIŞê bi sînorên Tirkiyê re nema.
Rayedarên Tirkiyê dibêjin, ew naxwazin li bakûrê Sûriyê “korîdorek kurdî”, ya ku PYD/YPG dixwaze di navbera Efrîn û Kobanî ve veke, çêbibe lewma di nav xaka Sûriyê de operasyon dikin.
Basnews
