• Sunday, 22 February 2026
logo

SERXWEBÛNA KURDISTANÊ: ‘Me ji Serokê Amerîkayê re eşkere gotiye’

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
SERXWEBÛNA KURDISTANÊ: ‘Me ji Serokê Amerîkayê re eşkere gotiye’
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand ku ragihandina serxwebûnê bi du awayî dibe; yan bi şer an jî bi diyalog û got, “Divê em vê jî bipirsin ka referandûm pêwist e yan na!”

Fûad Husên di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand ku serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de ji bo Bexdayê liser pêşniyaza Balyozxaneya Amerîkayê bûye û encamên wî jî erênî bûne.

Husên diyar kir ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi yekcarî têk neçûne û her hefte Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser telefonê bi hev re diaxivin û got:

“Serokê Herêma Kurdistanê ji serdana şanda hikûmetê ya ji bo Bexdayê xweşhal bû. Piştî vegera şandê Joe Biden jî telefona Serokê Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jiber başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, anî ziman.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku ji bo Amerîkayê kontrolkirina Mûsilê mijareke pir giring e û ew jî dizanin ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ne baş bin, kontrolkirina Mûsilê jî ew hinde ne hêsan e.

Fûad Husên diyar kir ku mijara serxwebûna Kurdistanê ne tişteke nûye ku li gel berpirsên Amerîkî hatibe axaftin û got ku beriya niha jî bi eşkereyî ligel Serok û Cigîrê Serokê Amerîkayê behsa vê yekê kirine.

Derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî Husên wiha axivî:

“Ev pirs an bi şer an jî bi diyalog çareser dibe. Eger em diyalogê hilbijêrin divê dest bi danûstandinan bikin. Pêkanîna refernadûmê jî mijareke din e. Divê em bipirsin ka referandûm pêwîst dike yan ne. Lê ji bo zelalkirina rewşa herêmên derveyî îdareya hikûmeta Herêma Kurdistanê li wan navçeyan pêwîstî bi referandûmê dike. Ji ber ku rewşa navçeyên madeya 140, rewşeke taybet e.

Rudaw
Top