Bînalî Yildirim: Dê weku Daişê şerê PKKê, PYDê, YPGê bikin
Bînalî Yildirim digel herdu cîgirên xwe û hijmareka wezîrên hikûmeta wî, bi serdanekê gihiştine Amedê li bakurê Kurdistanê,walîyê Amedê û rêveberê asayîşê li frokexanê li pêşwazîya wî bûn.
Digel gehiştina xwe, Bînalî Yildirim di peyvekê da bo xelkê Amedê ragîhand; ew wek Daişê dê şerê PYDê, YPGê û PKKê biken, herwesa dazanîn, ew dê li dijî parçebûna Tirkîyê rawestin.
Got jî: ew dê bela PKKê û rêxistina Fethulla Gûlen ji Tirkîyê vekin.
Serokwezîrên Tirkîyê got: Tirkîyê 910 kîlometir digel Sûrîyê hene û herdema gef ji Sûrîyê bikeve ser sînorê Tirkîyê, ew dê biçin di nava axa wî welatî da.
Di alîyekê din yê gotinên xwe da, Yildirim behsa herêma Kurdistanê kir û got: li herêma Kurdistanê ew dijî Sedam rawestan û piştevanîya Kurdan kir, herwesa di şerê dijî Daişê da jî, Tirkîyê bûn û rê daye hêzên pêşmerge biçine di Kobanê da.
War.tv
