• Sunday, 22 February 2026
logo

Bînalî Yildirim: Dê weku Daişê şerê PKKê, PYDê, YPGê bikin

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Bînalî Yildirim: Dê weku Daişê şerê PKKê, PYDê, YPGê bikin
Serok wezîrên Tirkîyê îro piştî nîvro bi serdanekê gihişte Ameda bakurê Kurdistanê û ragîhand; ew dê berdewamîyê bi şerê PYDê, YPGê û PKKê biken.

Bînalî Yildirim digel herdu cîgirên xwe û hijmareka wezîrên hikûmeta wî, bi serdanekê gihiştine Amedê li bakurê Kurdistanê,walîyê Amedê û rêveberê asayîşê li frokexanê li pêşwazîya wî bûn.

Digel gehiştina xwe, Bînalî Yildirim di peyvekê da bo xelkê Amedê ragîhand; ew wek Daişê dê şerê PYDê, YPGê û PKKê biken, herwesa dazanîn, ew dê li dijî parçebûna Tirkîyê rawestin.

Got jî: ew dê bela PKKê û rêxistina Fethulla Gûlen ji Tirkîyê vekin.

Serokwezîrên Tirkîyê got: Tirkîyê 910 kîlometir digel Sûrîyê hene û herdema gef ji Sûrîyê bikeve ser sînorê Tirkîyê, ew dê biçin di nava axa wî welatî da.

Di alîyekê din yê gotinên xwe da, Yildirim behsa herêma Kurdistanê kir û got: li herêma Kurdistanê ew dijî Sedam rawestan û piştevanîya Kurdan kir, herwesa di şerê dijî Daişê da jî, Tirkîyê bûn û rê daye hêzên pêşmerge biçine di Kobanê da.

War.tv
Top