• Sunday, 22 February 2026
logo

Îbrahîm Ceferî li erkê xwe hat dûr xistin

Gulan Media September 5, 2016 Nûçe
Îbrahîm Ceferî li erkê xwe hat dûr xistin
Serokê hevpeymaniya niştimaniya şîeyan ji erkê xwe hat dûrxistin û serokê encûmena bilinda a îslamê cîhê wî girt.

Li gor zanyariyên bi dest ketine 04.09.2016ê rêveberên hevpeymaniya niştimanî dûr li çavên ragehandinan civiyan û biryar dan ku, ji naha û pê de serokatiya hevpeymaniya niştimanî bibe demkî û yek sal.

Rêveberên hevpeymaniya niştimaniyê, herwaha biryar dane, serokê encûmena bilind a îslamî Emar Hekîm bo yek salê bibe serokê hevpeymaniyan niştimanî û cîhê Îbrahîm Ceferî ku naha wezîrê derve yê Iraqê ye bigre.

Hevpeymaniya niştimanî kutleya herî mezine di parlamontoya Iraqê de, ku hemû fraksiyonên şîe li xwe digre, di wan de Îtîlafa dewletî yasa, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike jî heye.

Basnews
Top