Hêzên Tirkiyê li ser sînor li komek kurdên Rojava dan
Li gorî agahiyan, duh 6 welatiyên bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojava, ku dixwestin li hinda sînorê bajarê Serêkaniyê re derbasî aliyê Bakûr bibin, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin.
Hat gotin ku hêzên Tirkiyê li wan kurdên Rojava dane, ji her yekê 100 hezar lîreyên Sûrî jî standine û dîsa paşde vegerandine.
Li gorî ku di wêneyan de tê dîtin, ji ber lêdan û îşkencê, laş û rûçkê wan kurdan birîndar bûye ji ber wê jî derbasî nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê hatine kirin.
