Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Amerîkayê dike
Şandeya mêvan li hember serdana bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa rewşa cenga dijî terorîstên DAÎŞê, serketinên mezinên pêşmergeyê Kurdistanê li hemû bereyên şerê dijî terorê, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û pêşkeşkirina xizmetê pêwîst ji wan re, kir û di vê çarçoveyê de rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand.
Şandeya Amerîkayê tekîd li ser berfirehkirin û xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurditan û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahiya destbikarbûna balyozê nû yê Amerîkayê li Îraqê kir û ji kar û xebatên wî re hêviya serketê xwest.
Serokwezîr li ser navê Herêma Kurdistanê sipasiya serok, gel û hikûmeta Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û mirovî de hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dikin û wan alîkariyên Amerîkayê wisa kir ku terazûya cenga dijî terorê di berşewendiya pêşmergeyê Kurdistanê de bê guhertin.
Barzanî ji şandeya mêvan re behsa serdanan xwe û şandeya pê re bo Bexdayê û civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên hikûmeta Îraqê re kir û di heman demê de tekîd lis er zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê de kir.
Operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ di civînê de hat gotûbêj kirin û her du alî hevbîr bûn ku pirsa bajarê Mûsilê bi tenê bi rêya leşkerî çaresr nabe, lê giringe aliyê siyasî û mirovî jî li ber çavan bê girtin û di vî warî de divê hevarî û hevahengiyeke timam di navbera Herêma Kuridtsn, hikûmeta Îraqa federal û Hevpeymanan de hebe, bi taybetî piştî azadkirina bajêr pêwîste aşitî di navera pêkhateyên bajarê Mûsilê de cîbigire û hemû di rewşeke aram de bijîn.
