Di 2 rojan de 27 leşkerên Tirkiyê hat kuştin
Ragehandina Tirkiyê belavkiriye ku, di maweyê 48 seetên borî de li Wan, Hekarî û Agirî di encamê şerekî mezin de 27 serbazênTirkiyê hatin kuştin, herwiha doh 3 Eylûlê bi merasîmekî leşkerî termê serbazên Tirkiyê jibo bajarên wan hatin veguheztin, herwiha behsa birîndarbûna 66 welatiyên sivîl jî tê kirin.
Ragehandina Tirkiyê girîngiyek mezin dane vî şerî û di bernameyên taybet de şarezayên leşkerî amade dike jibo ka bizanin bê çawa PKKê dikare êrîşên xwe bihêztir û tundtir bike? Jibo çi Tirkiyê nikare li Bakur PKKê derbike?
Ji aliyekî din ve dezgeha hêzên behayî ya Tirkiyê belavkiriye ku, wan jî di “Maweyê 48 seetên borî de karîbûn 100 gerîlayên PKKê kuştî û birîndarbikin” lêbelê ew nûçe ji aliyê PKKê ve hat deriwandin.
Basnews
