Henan Fetlawî bo Yekîtîyê: Pêgirîyê bi biryarên Hewlêrê nekin
Henan Fetlawî di peycê xweyê tora civakî ya Facebookê da, bas li serdana xwe ya parêzgeha Silêmanîyê kir û amaje kirîye ku asayîye boçûnên cuda dinava yekîtîyê da hebin, lê wê bi mekteba sîyasîya Yekîtîyê ragîhandîye, ku bi çi rengan pêgîrîyê bi biryarên Hewlêrê nekin, ji ber ku pêdvî nake biryarên herêmê hemû ji Hewlêrê û ji alîyê yek kes û yek partî ve, bêne derxistin.
Henan Fetlawî ku bi yek ji sîyasîyên Îraqî yên dijî herêma Kurdistanê tê nasîn, doh ji alîyê Hêro Îbrahîm Ehmed û bêtirîya mekteba sîyasî ya Yekîtîyê ve hat pêşwazîkirin û paşan Fetlawîyê serdana mînyomênta şehîdan li Helebçe kir.
War.tv
