• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK: Divê Tirkiye ji Sûriyê were derxistin

Gulan Media September 4, 2016 Nûçe
PKK: Divê Tirkiye ji Sûriyê were derxistin
PKKê ragihand, Tirkiye dixwaze Kurdistana Rojava bi temamî bigire lê ji bona ku şer kûr nebe divê Tirkiye ji Sûriyê were derxistin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, peyamek vîdyoyî bo 24emîn festîvala navdewletî ya kultura kurdî, ku her sal li Almanya tê lidarxistin, şand.

Cemîl Bayik di peyama xwe de zêdetir behsa şer bi taybet êrişên Tirkiyê li dijî hêzên kurdî yên li Kurdistana Rojava kir û got, Tirkiye dixwaze Kurdistana Rojava bi temamî bigire lê divê em Rojava ji Tirkiyê re bikin goristan.

Bayik her wiha got, eger naxwazin şer li Sûriye û Rojhilata Navîn kûr bibe bila Tirkiyê ji Sûriyê derxînin.

Hevserokê KCKê behsa rewşa rêberê PKKê jî kir û ragihand, demek dirêj e xeber ji Ocalan nîne û got, divê em bên xeberdarkirin ku şeva 15ê Tîrmehê li Îmrali çi qewimî. Divê derheqê rewşa Ocalan de em bên agahdarkirin.

Cemîl Bayik gazî kurdan jî kir berê xwe bidin Rojava û li dijî êrişên Tirkiyê, Kurdistanê biparêzin.

Basnews
Top