JI SEROKÊ YEKGIRTÛ HIŞYARÎ: Dibe êdî xwîn birije!
Selahadîn Bahadîn li Silêmaniyê di kongreya jinan a endamên partiya xwe de axivî û got:
“Madem mîzaca Kurdistanê siyasetê birêve dibe, qet ne dûr e ku careke din nakokî bibin sedema xwîn rijandinê.”
Bahadîn di berdewama axaftina xwe diyar kir ku li hemû deverên cîhanê partî xizmeta gel dikin lê li Kurdistanê berovajî ye, xelk xizmeta partiyan dikin.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtû herwiha got:
“Derkete holê ku ew kesên li Kurdistanê siyasetê dikin, serkeftî nînin.”
Rudaw
