• Sunday, 22 February 2026
logo

KURDISTAN - Ji Festivala Şaciwaniyê peyama aştiyê

Gulan Media September 4, 2016 Nûçe
KURDISTAN - Ji Festivala Şaciwaniyê peyama aştiyê
Li bajarê Silêmaniyê “Festivala Şaciwaniyê” hat lidarxistin û çend model û şaciwan jî bi cilên xwe yên rengîn beşdar bûn.

Li otela Şarî Ciwan a Silêmaniyê ji aliyê şirketekî Libnanî ve festival duh hat lidarxistin. Şaciwana Libananê û Şabanuya Ciwan a Libanê jî beşdarî kirin.

Di festivalê peyama aştiyê dan cîhanê.

Organizatorê Festivalê Şewsen El-Seyîd wiha got: “Ev ne gava yekem e û ne gava dawiyê ye. Em biçin bajarên din jî ên Kurdistanê.”

Şaciwana Libananê jî wiha got: “Min tenê navê Silêmaniyê bihîstibû. Bajereke gellekî xweş e. Xelkê wê derê gellekî mêvanperwer in.”

Dizaynera modayê Gulzar Ebdulqadîr ku saleke bi cilên Kurdî re mijûl e, dibêje xeyalê wê ew e ku ew cilên Kurdî rojeke li festivaleke navneteweyî were nîmayişdan.

Gulzar Ebdulqadîr diyar kir ku ew ji cilên Kurdî yên berê û yên nû modelên cuda derdixe.

Rudaw
Top