• Sunday, 22 February 2026
logo

Binalî Yildirim dê çi peyamanê li Diyarbekirê bide?

Gulan Media September 4, 2016 Nûçe
Binalî Yildirim dê çi peyamanê li Diyarbekirê bide?
Serokwezîrê Tirkiyeyê, Bînalî Yildirim di rewşeke awarte de serdana Diyarbekirê dike. Yildirim ragihandibû ku ewê pakêteke aborîsaziyê li Diyarbekir ragihîne. Di serdemeke ku şer û alozî berz bûne de û li Tirkyeyê rewşa awarte berdewam e de, bi baldarî tê çaverêkirin ku ka gelo Bînalî Yildirim çi peyaman li Diyarbekirê bide.

Bînalî Yildirim, bi postê Serokwezîriya Tirkiyeyê 2. Car serdana Diyarbekirê dike. Di serdemeke ku Ji aliyekî de careke din, danîna qayîman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye, ji aliyê din de şer û pevçûnên li Bakur û operasyona Cerablusê û bi wê ve girêdayî pirgirêkên navbera Tirkiye û PYDê yên li Rojavayê Kurdistanê ku berdewam dikin de, encamdayîna vê serdanê bi baldarî tê çaverê kirin.

Her çiqas Bînalî Yildirim, mebesta serdana xwe bo ragihandina paketa aborî aşkere bike jî, raya giştî bêtir, li bersîva pirsên pêhatina ewlehiya civakî baldar e.

Serokwezîrê Tirkiyê li ser pirsekê diyar kiribû ku, proseya aştî û çareseriyê di rojeva wan de nîn e û dîsa di gotarên wî û rayedarên din yên dewleta Tirk de diyar e ku, peyamên cuda dê neyên dayîn.

Tiştekî balkêş yê din jî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk û sazî û partiyên nêzîkî wan ragihandibûn ku ger ji Rêberê PKKê Abdûllah Ocelan agahî neyê dayîn dê di 5ê Îlonê de, yanî rojekê piştî vê serdanê greva mangirtinê ya bê dorveger bidin destpê kirin.

Di rewşeke wiha de, ev serdana Serokwezîrê Tirkiyê û ragihandina pakêta aborî girîng tê dîtin, lê him karsaz û esnaf, him jî saziyên sivîl û rêxistinên civakî dibêjin, heger ku şer û alozî bidomin û rewş wiha be, ne mumkune ku aborî jî geş bibe.

Bînalî Yildirim bi postê xwe yê Serokwezîrî yeke car di 28ê Gulanê de, li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hatibû Diyarbekirê.

k24
Top