• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Bedlîsê şer: 2 Kuştî û 4 birîndar

Gulan Media September 4, 2016 Nûçe
Li Bedlîsê şer: 2 Kuştî û 4 birîndar
Li navçeya Xelata Bedlîsê di navbera du malbatan de ji ber çêrandina ajalan şer deket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan bûyer duh şer di navbera du malbatên neyarên hev de li gundê Guzelsu yê Xelatê qewimiye.

Di navbera her du malbatên Turellî û Soylemez de ji ber çêrandina ajalan gengeşe derket.

Piştî gengeşê şerî bi çekan derketiye di encamê de Mahzun Turellî û Alihan Soylemez jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha din encamê de ji herdu malbatan 4 kes jî birîndar bûn.

Birîndar veguhestên Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.

Cendermeyan ji bo bûyer mezintir nebe li derdora gundê navborî amadebaşyê de ne.

Rudaw
Top