RÛSYA: Me û Amerîkayê li ser Sûriyê lihev kir
Di nûtirîn pêşhate de, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku tê pêşbînîkirin, derbarê rewşa Sûriyê, welatê wî û Amerîka, di demeke nêzîk de, bigihêjin rêkeftinekê.
Pûtîn got: “Hin bi hin pêşveçûn ber bi arasteya rast ve dibe û ne dûr e ku rêkeftinek derbarê vê yekê were ragihandin.”
Herwiha Pûtîn ragihand: “Em li ser wê yekê rijd in, ku cudabûn di navbera mûxalefeta nerm û grûpên radîkal û tundrew de bibe.”
Ji aliyekê din ve, bi mebesta ragihandina agirbesteke nû li Sûriyê û şerê li dijî DAIŞ û grûpên tundrew, berpirsên Amerîkî û Rûsî, ji 15yê Tîrmeha borî ve, li Cenêvê danûstandinan dikin.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Amerîkî û Rûsî hatine wergirtin, di danûstandinên herdu aliyan de, kesên pispor û şareza nexşeyên taybet amade dikin.
Bi gotina van çavkaniyan, di wan nexşeyan de, navçeyên serdestiya her yekê ji hikûmeta Sûriyê û mûxalefeta nerm têne destnîşankirin. Hevdem nexşeyên navçeyên li bin destê grûpên tundrew û terorîst têne destnîşankirin, da ku ev grûp bibine armancên lêdanan.
Heman çavkaniyan eşkere kirin ku yekser ligel bidawîkirina van nexşeyan wê danûstandin di navbera mûxalefeta nerm û hikûmeta Sûriyê de destpê bikin.
Şirovekarên siyasî dibêjin ku pirsa çarenivîsa rejîm û serokê Sûriyê, di navbera Moskow û Washintonê û herwiha di navbera Moskow û Enqereyê de cihê nakokiyan e.
Li gorî gotina Pûtîn, ya baş ew e bêhnfirehî derbarê daxwaza dûrxistina Beşar Esed ji desthilatê hebe, ji ber ku ev daxwaz bi berevajî Yasaya Navdewletî ye. Lê bi gotina wî, ya baş ew e ku alîkarî di guhertina straktûra civakê de bibe, ji bo pêkanîna guhertinan ji hundirê Sûriyê bi xwe ne ji aliyên derve.
Rudaw
