• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Berdewambûna pirsgirêkên YNKê bandora xirap li ser malbendan wê bike

Gulan Media September 3, 2016 Nûçe
Berpirsekî YNKê: Berdewambûna pirsgirêkên YNKê bandora xirap li ser malbendan wê bike
Cîgirê berpirsê malbenda Şarezûr a YNKê amaje bi vê dike ku giringe her dû baskên nav YNKê rêkbikevin û pirsgirêkan çareser bikin, eger na wê bandorekî xirap li ser YNKê bike.

Îro 03.09.2016ê cîgirê berpirsê malbenda YNKê Ehmedê Qedeferî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em daxwazê ji navenda biryar û baskê din dikin ku li gel yek rûnên û pirsgirêkan çareser bikin, ji ber danûstandin li cîhanê waha ye, destpêkê rûniştin piştre jî kêm an zêde ji hevre bûna yek e.’’

Herwaha got: ‘’Eger niyetek hebe, dikarin rêkbikevin. Lê eger nebe wê zerer bikin. Ji ber YNK beşekî serekî yê Tevgera rizgarî xwaziya Kurdistanê ye. Xelk çavê wan li YNKê ye û nabe rewşa YNKê ya navxwe waha be.’’

Qedeferî got: ‘’Nabe YNK ya bi vê hêza xwe ya berfireh ve her rêveber û çend kesek bo xwe li gor xwe cuda bike. Ev metirsiye, ev tişta pêwîste di navxweyî ya YNKê de bê gotûbêjkirin. Ne wekû bi daxuyaniyan, li gel yek behs bikin. Lê eger ev pirsgirêk waha berdewam bike, di paşerojê de bandorekî xirap li ser malbendên YNKê derkeve pêş.’

Basnews
Top