Serokwezîrê Iraqê wextê rizgarkirina Mûsilê eşkere kir
Heyder Ebadî îro li Bexdayê di civînekê de axivî û got, artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de serkeftinên girîng bidest xistiye û ruxmî germa û rewşa nebaş a hewayê, şerê DAIŞê kiriye.
Serokwezîrê Iraqê her wiha got, hêzên me ji bona xatirê gelê xwe û mirovahiyê şerê DAIŞê dikin û ti carî xwe nedane paş.
Heyde Ebadî behsa operasyona azadkirina Mûsilê jî kir û got, beriya ku ev sal xilas bibe bajarê Mûsilê dê were rizgarkirin.
Bajarê Mûsilê, meha Hezîrana sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin û heta niha jî di destê wê rêxistinê de ye.
Basnews
