• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê wextê rizgarkirina Mûsilê eşkere kir

Gulan Media September 3, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê wextê rizgarkirina Mûsilê eşkere kir
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, bajarê Mûsilê dê îsal were rizgarkirin.

Heyder Ebadî îro li Bexdayê di civînekê de axivî û got, artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de serkeftinên girîng bidest xistiye û ruxmî germa û rewşa nebaş a hewayê, şerê DAIŞê kiriye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got, hêzên me ji bona xatirê gelê xwe û mirovahiyê şerê DAIŞê dikin û ti carî xwe nedane paş.

Heyde Ebadî behsa operasyona azadkirina Mûsilê jî kir û got, beriya ku ev sal xilas bibe bajarê Mûsilê dê were rizgarkirin.

Bajarê Mûsilê, meha Hezîrana sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin û heta niha jî di destê wê rêxistinê de ye.

Basnews
Top