• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiye tankên zêdetir dişîne Sûriyê

Gulan Media September 3, 2016 Nûçe
Tirkiye tankên zêdetir dişîne Sûriyê
Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir derbasî nava xaka Sûriyê kir û gundekî din kontrol kir.

Li gor medyayên Tirkiyê, ku artêşa Tirkiyê Îro çend tank ji bajarê Kilîsê derbasî gundê El-Rayî ya bakurê Sûriyê kirin û êrîşî gundê Ereb Ezo kir û ew gund ji destê DAIŞê kontrol kir.

Roja 24 Tebaxê, artêşa Tirkiyê û hin grûpên opozsyona Sûriyê derbasî bajarê Cerablusê bûn. Li gor Tirkiyê ku ew bi armanca ji navbirina DAIŞê derbasî nava xaka Sûriyê bûne.

Ji aliyê xwe ve, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tirkiyê tuhmetbar dikin ku, ew hatiye xaka Sûriyê dagîr bike û nahêlibe herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ava bibe.

K24
Top