Amerîka pere ji Pêşmerge re şand
Sererkanê Wezareta Pêşmerge, Cemal Mihemed ji BasNewsê re got, ew pereyê ku biryar bû di çarçoveya protokola Hewlêr-Waşingtonê de bo Pêşmerge bê dayîn, gihîştiye Bexdayê.
Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, lê ew pereyê ku hatiye şandin têra mûçeyê hêzên Pêşmerge nake.
Roja 12ê Tîrmeha îsal, bi amadebûna Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û şanda Bergiriya Amerîkayê û bi serpereştiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Bob Werik, herwiha hejmarek ji fermanderên serbazî yên her du aliyan lihevkirina serbazî ya di navbera her du aliyan de hate imzekirin.
Di wê lihevkirinê de tê gotin ku, Amerîka hevkariya darayî û serbazî ji bo Hêzên Pêşmerge heta şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bibe dabîn bike.
Basnews
