• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandarên yekeya 70 piştevanîyê li çi balekê Yekîtîyê nakin

Gulan Media September 3, 2016 Nûçe
Fermandarên yekeya 70 piştevanîyê li çi balekê Yekîtîyê nakin
Fermandarên pêşmergeyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê, biryardan di navbera herdu balên mekteba sîyasî ya partîya xwe da bê layen bin û piştevanîyê li çi balekî nekin.

Di ragehandnekê da ku daneyeka wê bo War hatîye hinartin, ragîhandina hêzên 70 yên pêşmergeyê Yekîtîyê dîyar kirîye, îro Şêx Cefer Şêx Mustefa, fermandarê yekeya 70, serpereştîya kombûnekê bi amadebûna Mustefa Çavreş, berpirsê melbendê rêxistina pêşmerge û yekeyên serbazî û dije teror û hêzên bergirî û hewarçûnê, digel polîsên sînorî û kareb û petrolê û lîwaya sekretarîyeta Mam Celalî, ku niha di şerê dijî Daişê dane, kirîye û behsê rewşa navxwe ya Yekîtîyê kirîne.

Di kombûnê da, fermandarên pêşmergeyên Yekîtîyê dane zanîn ku pêşmerge parêzerê gel û axa nîştîmanî ye û hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê di parêzin û nabine alî di kêşeyên navxwe yên Yekîtîyê da, belku dê hêza fişarê bin, bo çespandina Yekîtîyê dinava rêzên Yekîtîyê da.

Amaje kirîye jî ku yekeya 70, xwe bi mîratgira xebata şehîdan û xwendingeha Mam Celalî dizane û bi çi rengan rê bi çi kes û alîyan nade, Yekîtîyê parçe bike.

War.tv
Top