li ser Cerablusê: DAIŞê 4 gund kontrol kir
Komên çekdarî yên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike,li derdora her du çemên Firat û Sacûrê li dijî hev operasyonên encam didin.
Amerîka bo rawestandina şerê navbera HSD, YPG û Artêşa Tirkiyê de, hewla navbeynkariyê da.
Di wê çarçoveyê de roja 30ê Tebax a 2016 Berdevkê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê John Thomas ragihand, ku di navbera hêzên Hêzên Kurdî û Tirkiyê de agirbestek hatiye ragihandin û hêvî kir, ku ew agirbest berdewam be.
John Thomas da xuyakirin, ku pêwîst e her du alî (Tirkiye û Hêzên Kurdî) tekezî li ser şerê DAIŞê bikin.
Tirkiyê piştî ku roja 24ê Tebaxê operasyona Mertala Firatê ragihand û leşkerên xwe derbasî Cerablusê kir, êrişî çeper û navendên HSDê kiribû.
Enqere dibêje, YPG û HSDê rêkevtina berî kontrolkirina Minbicê cîbicî nekirine û daxwaz kir, bilez YPG vekişe rojhilata Çemê Firatê.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden di serdana xwe ya bo Tirkiyê de ragihandibû, ku pêwsît e Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji rojavayê Çemê Firatê ber bi aliyê rojhilata wê çemê ve paş ve vekişe, ji ber ku bi gotina wî berî destpêkirina operasyona Minbicê, rêkevtina navbera Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSd) bi vî awayî bû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku agahiyan derbarê vekişîna YPGê bo aliyê rojhilata Çemê Firatê nerast in.
Erdogan tekez kir, ku operasyonên Artêşa Tirkiyê dê li nav axa Sûriyê berdewam bin û tekez kir, ku Enqere rê bi avakirina statuyeke kurdî li ser sînorê xwe yê başûr nade.
Têkildarî rewşa Cerablusê, Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ku niha tenê 25 km ji sînorê hevbeş ê navbera Tirkiye û Sûriyê di destê çekdarên DAIŞê de maye.
Pentagonê da xuyakirin, ku dê di demek nêzîk de DAIŞ li ser sînorê Tirkiyê nemîne.
Ji aliyekê din ve ragihandina nêzîkî DAIŞê belav kir, ku çekdarên wê rêxistinê li çend cihan çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê têkbirine.
Li gorî wan agahiyan, çekdarên DAIŞê 4 gund li rojavayê Cerablusê ji destê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, ku Artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dike, derxistine û xistine bin kontrola xwe.
Rudaw
