YNK – Malîkî dikeve navberê
Parlamenterê partiya Dewleta Yasa Casim Mihemed ji Rûdawê re got, “Bi armanca çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên nav Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) dê Nûrî Malîkî înîsiyatîkeke taybet pêşbixe. Em bi rijd in ku YNK yekparçe û yekgirtî bimîne.”
Mihemed diyar kir ku pêwendiyek bi hêz di navbera partiya wan û YNKê de heye û ew dixwazin ev pêwendî baştir bin.
Navborî derbarê naveroka înîsiyatîfa Malîkî de agahî nedan.
Casim Mihemed herwiha got, “Pirsgirêkên YNKê tişteke ne nû ye. Bingekeke kûr a van nakokiyan heye. Lê ti tiştek bê çere nîne. Divê berpirsên YNKê van nakokiyan bi diyalog çareser bikin.”
Hêjayê gotinê ye ku roja 1ê Îlonê herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berhem Salih “Navenda Biryardanê” ragihandibûn û diyar kiribûn ku bêyî destûra vê navendê ti biryarên navxwse û derve yê partiyê nayên qebûlkirin.
Li hember vê yekê baskê din ê YNKê ku serpereştiya wê hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dike, duh civînek pêkanî bûn û ev navend weke “ne rewa” binavkiribûn.
Rudaw
