• Sunday, 22 February 2026
logo

Demîrtaş: Nizanîn Ocalan saxe yan hatîye kuştin

Gulan Media September 3, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Nizanîn Ocalan saxe yan hatîye kuştin
Hevsrok ê Pratîya Dîmukraztî ya Gelan, Selahedîn Demîratş xuya kir, şev a kudeta ya serbazî ya Turkîyayê hilîkopterek a şerr, girav a Îmralî burdûman kir. Nizanîn ka Ocalan saxe yan hatîye kuştin. Ev gotin ên Demîrtaş di dem a birêveçûn a merasîm a vekirin a şaredarî ya mezin bajarê wan hat.

Demîrtaş got:" Ez carek din li vê derê dibêjim ku bila baş bê fêmkirin. Armanca greva birçîbûnê ne destpêkirina muzakereyê ye. Di ser derbeyê re 50 roj derbas bû me hê ji Ocalan agahî negirtiye. Em nizanin ka sax e yan mirî ye. Şeva 15'ê Tîrmehê helîkopterek xwestiye li Grava Îmralî were xwarê. Şer derketiye. Encamê şer çiye em nizanin. Helîkopterê ku çûye wê derê piştre xwe spartiye Yunanistanê. Destur nadin em rewşa ewlehiya Ocalan bizanin. Em dibêjin bila ji malbat yan parêzeran hin biçin bo 5 xulekan bibînin. Em nizanin hikûmet çiqas girîngî dide vê. Ocalan ne kesek ji rêzê ye. Ez bang li Serokwezîr dikim, bila xeberek jê bigrin û bizivrin. Eger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin, dê greva birçîbûnê bê berdan. Eger vê bêrûmetiyê derxin pêş me, ez aşkera dibêjim dê rewş biguhere. Bila vê yekê wek gefxwarinek nebînin. Bo parastina rûmeta xwe emê canê xwe fêda bikin. Berdêl çibe bila be. Eger dînîtiyek kiribin emê dijî vê derkevin. Bila herkes amadekariya xwe gor vê bike."

K24
Top