KCD: Serdemeke bixwîn dest pê dike
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a a Gelan (HDP), ji bo bale bikêşin ser rewşa tendurustiya Ocalan, biryar dank u ji roja 5ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê bikin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xetîp Dîcle ji rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê re ragihand ku dê parlamenter jî beşdariya vê grevê bikin.
Dîcle got, “Hêvî dikim ku we nebe lê geşedan wisa nîşan didin ku dê serdemeke nû yê bixwîn û aloz dest pê dike.”
Xetîp Dîcle destjikarkêşana wezîrê navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala jî weke nîşeneya vê yekê destnîşan kir û got ku serdegirtina ser avahiya DTKê jî ji bo çavtirsandinê bûye.
Hevserokê KCDê got ku rêya rast pêkanîna aştiya navxweyî ye û ji bo vê jî divê ligel Ocalan hevdîtin bên kirin.
Xetîp Dîcle diyar kir ku her diçe Rojhilata Navîn dikeve nav rêyeke xeter û derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Cerblûsê jî got, “Di destpêkê de hemû kes bêdeng bûn. Lê niha Rûsya û Îran dixwazin Tirkiye vekişe. Helwesta Amerîkayê jî eşkere ye. Tirkiye kişandine nava lîstokeke kişikê.”
Rudaw
