• Sunday, 22 February 2026
logo

Belgenameyên hevkarîya Tirkîyê û Daişê hatin belav kirin

Gulan Media September 2, 2016 Nûçe
Belgenameyên hevkarîya Tirkîyê û Daişê hatin belav kirin
Kenalê Skay News ya Erebîye ragîhand, li dûv belgenameyên liber destê wan bêtirîya terorîstên bîyanî yên peywendî bi Daişê û grubên terorîstî li Sûrîyê kirîn, bi rêka Tirkîyê gihiştine Sûrîyê.

Li gorî kenalê Skay News, Tirkîyê weistgeha serekî ya terorîstan bûye di maweyê sê salên borî da, bi hezaran terorîstan, ji Endonezya heta Sirbîya berê xwe dane Tirkîyê û ji wêrê berbi Sûrîyê çûne.

Ji alîyekê din ve wî kenalî da zanîn, Tirkîyê karta penaberîyê bo sedan terorîstan bo maweyekê berwext durist kirine, û alîkarîyên lojîstîkî bo hatine pêşkêşkirin heta gihiştîne nav axa Sûrîyê.

War.tv
Top