• Sunday, 22 February 2026
logo

ENIYA ŞER - Pêşmergeyan firokeyek xist!

Gulan Media September 2, 2016 Nûçe
ENIYA ŞER - Pêşmergeyan firokeyek xist!
Li bereya şer a Newêran, Hêzên Pêşmerge firokeyeke bi fêrokevan a DAIŞê xistine xwarê.

Li bereya şer a Newêran, Hêzên Pêşmerge firokeyeke sîxûrî ya DAIŞê xistine xwarê.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Newêran Şakir Mizûrî ji Rûdawê re ragihand, “Êvara roja pênşemê (01-09-2016) pêşmergeyan li Newêran firokeyeke DAIŞê yê bi firokevan xistine xwarê.”

Mizûrê da zanîn ku DAIŞê ev firoke bi armanca sîxûrî û destnîşankirina çeperên pêşmergeyan bikar dianî.

Fermadarê Pêşmerge got, “Ev duwemîn firokeya sîxûrî ya DAIŞê ye ku li eniya Newêran ji aliyê pêşmergeyan ve tê xistin.”

Eniya newêran dikeve bakûrê bajarê Mûsilê.

Rudaw
Top