• Sunday, 22 February 2026
logo

Pisporekî Îsraîlê: Kurdên Iraqê komara Kurdistanê wê damezrînin

Gulan Media September 2, 2016 Nûçe
Pisporekî Îsraîlê: Kurdên Iraqê komara Kurdistanê wê damezrînin
Pisporekî Îsraîlê radigehîne ku komara Kurdistanê dadimezre û kurdên rojava ango Sûriyê jî wê ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve peyvendiyên wan li komara Kurdistanê hebin.

Pisporekî Îsraîlê Dr. Edy Cohen yê karûbarê welatên ereb di gotarekê de ku roja 31.08.2016ê di rojnameya Îsraîlê ya Hayom a fermî de belav kir, raperîna gelên ereb a dijî rejîmên welatê xwe, ku wek bahara ereb tê naskirin fitîla nakokiyan a li wan welatane teqandiye.

Li gor Edy Cohen Lîbya, Lûbnan û Yemen parçe parçe dibin û hemwelatiyên Misirê jî di navbera alîgirên Mihemed Mûrsî û serokkomarê naha Ebdulfetah Sîsî de dabeş dibin û Qibtiyên ku Mesîhîne jî wê xwe bidin aliyê Mûrsî.

Ew pisporê Îsraîlî dibêje û piştraste: ‘’Komara Kurdistanê li Kurdistana başûr wê damezrê û paytexta wê jî Hewlêr be.’’ Herwaha pêşbîniya wê yekê jî dike ku, Sûriye wê bibe sê beş û wê dabeş bibe, dewleta şîe û elewî wê li Tertûsê, sunne li Heleb û Kurd jî li bakûrê Sûriyê wê xwedî herêm bin û ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve peyvendiyên wan wê li gel komara Kurdistanê hebin.

Li gor pêşbîniyên Edy Cohen; ‘’Iraqa ereb wê bibe dû beş, ku bajarê Basra dibe paytexta dewleta şîeyan û sunne jî dewletekê wê bo xwe ava bikin, ku paytexta wê jî wê Bexda be.

Basnews
Top