Berpirsê YNKê: Bila Barzanî serdana Talabanî bike
Piştî çareseriya pijişkî ya li Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî careke din vegeriya Dabeşan.
Dabeşan beriya nexweşiya Talabanî mêhvandariya gelek civînên siyasî û civakî kiriye.
Cîgirê Berpirsê Malbenda Silêmanî yê YNKê Ziyad Cebarî ji Rûdawê re axivî û got, “Eger Mam Celal bikariya tev bigere dê serdana aliyên siyasî bikira. Ez bawer im ku ji bo çareseriya pirsgirêkan dê serdana Mesûd Barzanî jî bikira.”
Cebarî daxwaz kir ku di vê rewşê de Barzanî serdana Talabanî bike û wiha axivî:
“Eger Barzanî serdana Mam Celal bike, dê pirsgirêk bên çareserkirin.”
Ziyad Cebarî daxuyand ku piraniya xelkê Kurdistanê jî heman daxwaza wî dikin û ew jî dixwazin Barzanî û Talabanî hevûdin bibînin.
Rudaw
