• Sunday, 22 February 2026
logo

Heşda Şeibî sivkayetiyê bi alaya Amerîka dike

Gulan Media September 2, 2016 Nûçe
Heşda Şeibî sivkayetiyê bi alaya Amerîka dike
Hêzek ser bi Heşda Şeibî ve di nimayişekê de alaya Amerîka û Israîl li ser erdê raxistin jibo ku çekdarên wan bi piyan li ser bimeşin, lê piştî demek kin alaya Amerîka bi wêneyek din veşartin, ragehandin jî vê yekê bi dûrûtiyê ve didin nîşan.

Mîdyakarekî ser bi RewtaSedir ve derbarê vê bûyerê ku, çekdarên Rêkxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî pêkanîne ji BasNews re ragehand: “Çekdarên Heşda Şeibî alaya Amerîka û Israîl li ber textê şano raxistibûn jibo çekdar bi piyan di ser re biçin.”

Herwiha got: “Berî destpêkirina nimayişê alaya Amerîka bi wêneyekê veşartin, ev yek durûtiya van hêzan eşkeredike ku ji aliyekî xwe bi hevalê Îran dizanin û ji aliyekî din ve jî xwe bi hevpeymanê Amerîka didin diyarkirin.”

Ji wêneyan tê naskirin ku, ew nimayiş bi siponserî û agahiya Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraê û Heşda Şeibî hatiye sazkirin.

Basnews
Top