Heşda Şeibî sivkayetiyê bi alaya Amerîka dike
Mîdyakarekî ser bi RewtaSedir ve derbarê vê bûyerê ku, çekdarên Rêkxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî pêkanîne ji BasNews re ragehand: “Çekdarên Heşda Şeibî alaya Amerîka û Israîl li ber textê şano raxistibûn jibo çekdar bi piyan di ser re biçin.”
Herwiha got: “Berî destpêkirina nimayişê alaya Amerîka bi wêneyekê veşartin, ev yek durûtiya van hêzan eşkeredike ku ji aliyekî xwe bi hevalê Îran dizanin û ji aliyekî din ve jî xwe bi hevpeymanê Amerîka didin diyarkirin.”
Ji wêneyan tê naskirin ku, ew nimayiş bi siponserî û agahiya Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraê û Heşda Şeibî hatiye sazkirin.
Basnews
