• Sunday, 22 February 2026
logo

YNK - Kosret Resûl û Berhem Salih navenda biryardanê ava dikin

Gulan Media September 2, 2016 Nûçe
YNK - Kosret Resûl û Berhem Salih navenda biryardanê ava dikin
Her du cîgirên Sekreterên Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih derbarê biryardan di nav YNKê de peyamek belav kirin.

Peyama Kosret Resûl û Berhem Salih derbarê rewşa navxweyî ya YNK, rewşa Kurdistanê û pêşhatên li herêmê de ye.

Li gorî agahiyan, peyama her du cîgirên Celal Talebanî, ji aliyê hejmarek endamên polîtboru, serkirdatî û parlamenterên YNKê ve tê piştgirîkirin.

Naveroka peyama her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê:

Hevalên dilsozên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê
Kesûkarên serbilindên şehîdan, pêşmergeyên qehreman
Cemawerên Kurdistanê

Di demekê de Kurdistan rastî kirîzên pirralî yên siyasî, aborî û gefên DAIŞê û egerên guhertinên rojhilat hatiye, hevwelatî ji destê bê mûçeyî, birçîkirin û rewşa giran a jiyan û debarê dinalînin. Di vê demê de û li şûna tedbîr û alîkarî bo reforman û çareserkirina arîşeyan, YNK di bin siya komeke hejmonxwaz de ji hêza têkoşer a xwedî bernameya avedanî û dadperwerî bûye hêzeke piştguhxistî û dûr vîna hevwelatiyan, dûr ji têkoşerên xwe û hevpeymanên xwe di tarîtiyê de, rêkevtinên jêr bi jêr (veşartî) bo talankirina petrolê û xwarina saman û mulkên xelkê û birçîkirina wan encam didin. Bo cîbicîkirina berjewendiyên vê koma di nav YNKê de, xwandingeha cenabê Mam Celal û nirxên wergirtina biryara siyasî di ti organeke YNKê de, him di serkirdatî û him jî polîtboruyê de nehatiye hîştin.

Heta niha ji ber rêzgirtina cenabê Mam Celal û kesûkarên serbilindên şehîdan û pêşmerge û rêxistinên dêrîn, kêmendamên senger û zîndaniyên siyasî, xweragiriya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û ji xemxoriya me bo pêşeroja YNKê û berçavgirtina rewşa siyasî ya Kurdistanê bi giştî, me nexwastiye nakokî berfirehtir bibin û me hewl daye, bi aramî û dûr ji tundî û cudabûnê kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkan, lê belê mixabin piştî wan hemû bêhnfirehiyê û xweragiriyê, zêdebarî hewlên dostên navxwe û derve jî, em dibînin heta ku diçe ev koma hejmonxwaz a YNKê, rasterast û nerasterast, zêdetir beşdariyê di komek siyasetên çewt de dikin, ji bo talankirina samanên giştî û birrîna mûçeyên fermanberan û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê. Bi karên paradkokîskal hewla çewaşekirina xelkê û raya giştî didin, li Hewlêrê beşdarî hikûmeta û siyaseta û şîrînahiya petrolê û biryaran in, li Silêmaniyê jî nerazî û renxegirin.

Di asta navxweya partiyê de jî, heta ku diçe yekrêziya organan tê birrîn û alozî û bêserûberî, neheqî û bindestkirina kadro û piştguhxistina organên YNKê û binpêkirina rêzikname, pîlandanîn bo saxtekarîkirin di kongreyê de û zevtkirina îradeya endamên resen ên YNKê berfirehtir dibe, û xizm û kesûkarên xwe bêyî berçavgirtina sirûşt û pênasa YNKê dixin nav warê karê partayetî û desthilatdariyê û hewla derxistina kadroyên dilsoz didin. Ji bo cîbicîkirina wê armanca şaş û berejwendxwaza xwe jî bêyî tirs navê Mam Celal û pêgeh û rêza wî bi kar tînin.

Zêdebarî hemû wan tiştan jî, di bersiva bêhnfirehî û hewla berdewam a me de jî, koma hejmonxwaz di heyamên borî de serkirdatî û organên sîber li hemû navçeyan pêk anîne bo rêvebirin û arastekirina YNKê bo berjewendiyên xwe û pîlandanîn bo têkbirina îradeya endamên resen û piştguhxistina pêgehên şerhî yên YNKê.

Ji ber wê, em peyrewkarên rêbaza Mam Celal, dilsozên YNKê, êdî nabe em bêdeng bin li hember şikandina rêziknameyê û piştguhxistina YNKê li ser asta herêmî û veşartina kirîzên wê, êdî nabe em rê bidin xebata 41 sale ya YNKê wisa bi destê wê komê, li dijî arasteya deste gula Mam Celal bibin û YNKê ji hêzeke şoreşger û bergirîkarê berjewendiya xelkê bikin partiyeke malbatê û beşdar di talankirina samanên welat û birrîna mûçe û nanê xelkê de.

Niha jî em her alîgirê çareserkirina hemû pirsgirêkên YNKê ne ber bi arasteyê berjewedniya yekrêziya YNKê û xweberhevkirina bi têza destegula cenabê Mam Celal û akîtvkirina biryara bi cesaret û dilsozane ya YNKê bo çareserkirina debara xelkê û dabînkirina mûçeyê, rêgirtin ji talankirina samanên welat û rûbirûbûna gendelî û destgirtin bi ser bazarê de, bo çareserkirina rasteqîne ya rewşa kirîtîk a siyasî ya herêmê, li gel arîşeya destûr û serokatiya herêmê jî, bi rêzgirtina li saziyên demokratîk û rewa û bi taybet jî Parlamentoya Kurdistanê. Her li wir jî em tekez dikin, ku em xwe ji şaşî û kêmasiyan cuda nakin, belku her yek ji me li gor pêgeh û kirdarên xwe, zêde yan kêm pişka xwe ji berpirsatiya wê rewşê heye û em xwe nadin alî. Lê belê li wir mebesta me ev e ku em tedbîrekê li niha û pêşerojê bikin, bi damezrandina navenda rewa ya biryara YNKê û beşdariyek aktîv bikin di çareserkirina pirsgirêkên xelkê de.

Di ber YNKê û parêzgarîkirin ji serweriyên wê de, û herwiha ji xemxoriya me bo pêşmerge û kesûkarên şehîdan, û bo hevkariya jibo çareserkirina arîşeyên xelkê, me biryar da wan erkên li xwarê cîbicî bikin:


1- Heta yekalîkirina pirsgirêkên birêvebirina YNKê, bi riya kongreyeke şeriî dûr ji tezwîr û destêwerdana dezgehên ewlehiyê, emê biryarên nava YNKê rabighînin. lewma ji niha û pêve ti biryarek, çi di nava YNKê de yan jî li serveyî partiya me, wek biryareke giştî ji YNKê re nayê zanîn eger hat û ew biryar ne bi haydarî û pesendkirina vê navenda biryarê ya YNKê be. Bervajî wê jî her biryarek bê standin dê bê şeriyet be.

2- Heta yekxistina hêzên Pêşmerge ligel Hêzên Niştimanî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya hêzên çekdarî yên YNKê dê bikevin ser Fermandehiya giştî ya Hêzên Pêşmerge û ji aliyê wê fermandehiyê ve serkirdatiya wê bê kirin. Di saya xebat û xweragiriya Hêzên Pêşmerge îro keramet û asayişa gelê Kurdistanê parastî ye, lewma erkê ser milê me ye ku em bi hemû hêza xwe alîkariya başkirina jiyana Hêzên Pêşmerge dikin.

3- Çêkirina zemînesaziyê bo kongireyeke şerî û dûr ji tezwîrê, herwiha bo redkirina wan biryar û rênmayên ku bûne cihê şêwandina organên YNKê û kadirên wê û piştguhkirina têkoşerên resen ên YNKê, herwiha kongireyek ku armanca wî çêkirina paşerojeke baş bo YNKê û nûbûnê û beşdariya kadirên jin û ciwan di navendên biryarê de.

4- Derbarê darayiya YNKê jî, dê hemû samanên YNKê di nava ofîsa darayî de bên komkirin, ew jî bi awayekî şefaf û di berjewendiya giştî ya YNKê û organên wê de bên bikaranîn.

5- Pêbendbûn bi cîbicîkirina rêkevtina di navbera YNK û Goran de û pêşxistina wê rêkevtinê bi rastî û çûn bi aliyê yekxistin û yekgirtina ligel hevsengerên me yên kevin û zêdekirina hewlên xwe bo çaksazî û yekxistina nav mala kurdî.

6- Rêkevtina YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê sedema derbaskirina qonaxa şerê navxwe bû, û sedema destkevtên mezin bû bo gelê Kurdistanê . Îro jî bêguman pêwendiya di navbera YNK û PDKê de girîng e û bandorê li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Kurdistanê dike. Lewma bo parastina yekrêziya gel û yekbûna hûkmraniya Kurdistanê, ji bo aramî û asayişa giştî, pêwîst e em pêdeçûnê dikin di pêwendiya xwe û PDKê de, ew jî bo hevsengiyê û derbasbûna ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêkhatina hêzên sereke yên Kurdistanê.

7- Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha rastî kirîzekê li pey kirîzekê tê, lewma pêwîst e pêdeçûneke bingehîn di pêkhate û siyasetên wê de bên kirin bo çareserkirina rewşa jiyana xelkê û mûçeyên fermanberan û vegera baweriya xelkê û liberçavgirtina şefafiyeta rasteqîne di warê dahat û xerciyan bi taybetî di warê petrolê de.

8- Pêbendbûn bi mafê çarenivîsê yê gelê gelê Kurdistanê û rêzgirtin li biryara gel û çûn bi aliyê bidestanîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê, dûr ji hevrikiyên hizbî û siyasî.

9- Hewlên cidî bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê û vegerandina navçeyên Kurdistanê yên veqetandî û dûrketin ji siyaseta perçekirina Kurdistanê bi ser welatên herêmî û cîhanî.

Rudaw
Top