• Sunday, 22 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê û Kuwêt ji bo geştyaran rêkeftinek îmze kirin

Gulan Media September 1, 2016 Nûçe
Herêma Kurdistanê û Kuwêt ji bo geştyaran rêkeftinek îmze kirin
Di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê ya berfirehkirina aliyên geştyariyê, îro rêkeftina dû şîrketên geştyarî yên Kurdistanê û Kuwêtê li bajarê Hewlêrê hate îmza kirin.

Gotûbêjê desteya geştûguzara Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêkeftina navber sektora taybet a geştyariyê bi serpereştiya desteya giştî ya geştûguzarê ve, di navbera Kuwêt û Herêma Kurdistanê de bi armanca anîna geştyaran bo Herêma Kurdistanê, li Kuwêtê hate îmza kirin.’’

Gotûbêjê desteya geştûguzarê got: ‘’Wek qonaxa destpêkê di meha pêş de yekem gruba şîrketên geştyariyê wê bigehin Herêma Kurdistanê. Bi armanca aşînakirina Kurdistanê û rakêşana geştyarî wê ew şîrketene bibin nûnerê Herêma Kurdistanê bo nasandina sektora geştyariya Kurdistanê, herwaha şîrketa Çarter a taybet bo geştyarî tê vekirin û di destpêka meha 10 de îsal geştyarên Kuwêtê wê birêbike Kurdistanê.’’

Rostî got: ‘’Ev rêkeftin di navbera şîrketên Flay Mîran û şîrketa Îkaros tor yên geşt û guzarî de hatiye îmza kirin.’’

Basnews
Top