Salih Muslim: Nabe YEê li hember Tirkiyeyê bêdeng be
Li paytexta Belçîka Brukselê di Parlamena Ewropayê de bi navê ‘Rewşa Lezgîn a li Sûriyeya Bakur, dagirkeriya Tirkiyê, Ewlekarriya Ewporayê û alternatîvek li hemberî peymana Tirkiyê' hate lidar xistin. Konferans bi mazûvaniya Parlamenterê slovakî yê PEyê Branislav Skripek de çêbû û ji bilî Hevserokê PYDê Salih Muslim li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê David Vergili jî weke axavtvan beşdar bûn.
Hevserokê PYDê Muslim di axavtina xwe de balkişand ser ketina Tirkiyê ya Cerablusê û wiha got: "Erîşa Cerablusê ji nişkê ve derneketiye holê. Tirkiyê bi salanê êrîşê dibe ser berjewendiyên kurd û Rojavayê. Di destên me de dokuman hene ku alîkariya DIŞIê dike. Tirkiye bi vê êrîşê re di heman deme de êrîşê tîne ser modela ku em hewl didin li Sûriyê pêk bînin û Sûriyê demokratîk bikin. Di vê mijarê de bi rejîmê re hevbeş in."
Muslim behsa dorçêçkirin û ambargoya li ser Rojava kir û got ku him ji hêla Tirkiyê him jî ji hêla Herêma Kurdistanê ve ev ambargo tên kirin. Hevserokê PYDê di axavtina xwe de wiha got: "Em weke Rojava gelek penaberan distînin. Ji bo pêdiviyên wan em ti piştgiriyê nastînin. Ji ber vê ambargoyê ji ti deran piştgirî nayê, destûrê nadin. Em weke saziyên Rojava dixwazin ku rasterast bi YE û welatên wê re têkevin têkiliyê." Salih Muslim di axavtina xwe de bang li welatên Yekîtiya Ewopayê kir û wiha axivî: "Divê welatên Yekîtiya Ewropayê di vê têkoşînê de li gel me bin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dengê xwe bilind bikin."
